Qendî li himber Ocalan li berxwe dide..!

Heyeta Îmralî piştî hevdîtina yekem li gel Ocalan, serdana piraniya partiyên siyasî di parlementoyê de kirin. Hinek partiyan wek IYI partiyê daxwaza hevdîtina heyetê qebûl nekirin. Lê gelo ji bo çi heyeta Îmralî li gel HUDA PARê hevdîtin nekir? Ev pirseke û heta bersiva vê yekê tunebe gelek tişt nayên têgihandin.
Ji aliyek din ve heyeta Îmralî ji parlementerên DEMê Sirri Sureya û Pervîn Buldan pêktê. Lê piştî hevdîtina yekem li gel Ocalan Ahmet Turk jî tevlî heyetê bû û hevdîtinên aliyên siyasî de amade bû. Lê gelo ji bo çi Turk li gel heyetê neçû Îmralî? Ev jî pirseke.
Turk li gora piraniya aliyên siyasî yên Tirkiye û heta yên kurdan jî kesayetek maqule. Turk li gora dewletê jî maqule. Ya aliyên siyasiyên Tirk ev helwesta li himber Turk tê fam kirin, lê ya kurda nayê fam kirin. Gelo Turk bi çi pîvanê kesayetek maqule? Xwezî ewên wî maqul dibînin bikaribûna sedemê vê yekê eşkerebikiran.
Di rastiya xwe de Turk, ji bo dewletê di nava PKKê de piştî demekî bû wek demanekî. Guh nedin dewsa wî de qayum hatiye tayin kirin. Ev jî leyiztikên osmaniyane.
Gelo serdana duyem de ji bo çi tu daxûyani nehatin dayîn ku behsa naveroka hevdîtina li gel Ocalan bikin. Heyeta Îmralî 4 demjimêra li gel Ocalan hevdîtin kir. Mimkine piştî erêkirina dezgehên istixbarata dewletê heyet bi daxûyaniyekî behsa naveroka hevdîtina Ocalan re bike. Lê ya herî girîng heta wek vê gavê Qendil ji bo daxwaziyên Ocalan ne amadeye. Nexweşiyek mezin navbera Ocalan û Qendil de heye. DEM û dezgehên girêdayî PKKê ne rihetin û hemû ne li gel vê pêvajoyêne.
Ji aliyek din ve, rûdanên li Sûrî li ser Sikra Tişrînê rû didin di bingehê xwe de red kirina banga muhtemel a Ocalan bikê ye. Tu ji aliyekî hevdîtina qaşo ji bo pêvajoyekî bê nav dikî ji aliyek din şerek bê wate berdewam dikî. Sedemê vê nayê gotubêj kirin.
Qendîl eger daxwaziya Ocalan yanî banga ku Tirkiye dixwze bi serê xwe nikare bibe xwedî helwest. Ev yek pêwendiyên PKKê yên Îran û Iraqê ve jî girêdayiye.
Heta Îran bikaribe nahêle Qendîl li gora daxwaziya Ocalan bibe xwedî helwest.
Medya PKKê gêj bûye, hevdîtinên herî giring li gel Ocalan çêdibin, malbata Ocalan wî dibîne, heyeta DEMê serdana Îmralî dike qaşo ji bo pêvajoyekî bi seetan dicivin û di vê derbarê de daxûyaniya didin. Li ser navê Ocalan li gel aliyên siyasî hevdîtina dikin. Lê hêja medya PKKê behsa tecrîtê dike. Bawer bikin eger tecrîtek li ser Ocalan hebe tacrîta Qendil e.
Şerê îro li derdora Sikra Tişrin dibe, ne bi îrada Ocalane ,lê bi awayekî PKK vê yekê li ser HSD ferz dike û di insiyatifa YPGê de şer têkirin.
Gelo ev devera Tişrîn di erdnigariya Kurdistanê ye yan na? Gelo devera tişrîn axa kiye? PKK ji bo kî li devera Tişrin şer dike û dibe sedema kuştina ciwanên kurd?
Li vê derê problem ne siyaseta PKKê ye, problema mezin hêja netêgihandina aliyên Kurd ya siyaseta PKKê ye.
Mixabin heta ev helwesta dû rû ya aliyên Kurd hebe,dê PKK jî vê siyaseta xwe li ser hesabê têkbirina destkeftiyên Kurdistanî berdewam be û dê yên wek sirri sureyayê Tirk û Pervin Buldana Ereb nûnertiya Kurda bikin û ji kurdan behtir dê berjewendiyên dewletê biparêzin..
Eger siyaset ev be dê halê me Kurdan jî evbe ku,heta kurd bi awayekî bi siyaseta PKKê tê bigihin..Ev ne rexneyeke tesbîtek siyasî ya tevgera Kurd de…Taybetî jî li bakurê Kurdistanê…
24.01.2025
Nêrîn/Şirove