Li bakurê Kurdistanê bajarên herêma Serhedê wek her sal îsal jî berfek zêde bariye. Piraniya caran berfa dibarê dibe sedem ku rêyên gelek gund û navçeyan tê girtin û pêwendiya gelek deveran ji hev qut dibe. Gelek cara şapeyên berfê çêdibe û xelkek zererê dibîne. Berê rewş gelek cuda bû, rêyên gunda ji xwe tunebûn, piraniya gundan de elektirîk jî nebû. Yanî gelek cara 3 heta 5 meha tu pêwendiyek navbera gundan û bajaran de nedima. Lê li gora mercên wê demê xelkê jiyana xwe berdewam dikira.
Barina berfê carê gelek dîmenên balkêş û xwezayî jî dertêxe holê. Li parezgeha Wanê navçeya Qelqeliya gelek dîmenên xweş ji berfa barî pêkhatine.