Dû rojê derbasbûyî, aliyên xwedî proje rewşa derûnî û psikolojiya xelkê xerakirin, ku qaşo roja sêşemê li rûniştina Parlemenê da xwîn dirije. Parlementerên wan roja sêşemê bi çekan ve hatine Parlemen. Kesek çekê hilgirt wateya wê ewe ewî amadehiyek heye ku xelkê bikujê. Hejmarek çekdarên Hizbî li Parlemen rûniştin û xwestin li rêya projeyên xwe bi zorê mafê dengdanê ji xelkê bistînin. Ev rûniştin rêz li sazan negirt. Rêz li raya saziya Serokayetiyê negirt û pirsê jê nekir. Rûniştin, bi bêyî wê yekê ku pirs bi xelkê bike, xwest bi kelegayî rê ji bo standina mafê dengdana xelkê xweş bike. Wê mafê xelkê mumarese kiriye û bûye mafekî mukteseb û divê pirs bi xelkê bê kirin ku gelo Parlemen dikare li şûna wan biryar bide? Gelo wê mafê dide Parlementer yan her aliyê xwe dimîne? Bîst konsol vexwendibûn vê rûniştina hizbî, tenê nûnerê Konsolê Îran teşrîf kiribû. Eve peyamekî eşkereye ku ji bilî Îranê, welatên cîhanê ne razî ne ji vê tevgerê. Partiyan ji bîr kirin ku ji xelk ve hatine û divê vegerin ser xelkê. Ji xwe ne Sayks Pîko ne, yan biyanî bin û bi bêyî wergirtina raya xelkê Kurdistanê mafê jê bistînin. Rûniştina roja sêşemê ya Parlemena Kurdistanê, ne rûniştineke asayî bû. Eger asayî bûya xelk boykot nedikir. Eger asayî bûya Konsolê Îranê nedihat vexwendin. Başe ji xwe ne celseya vekirinê ye xelkê biyanî bêne vexwendin. Rûniştina Parlemen dû qazanc ji bo gelê Kurdistanê hebû ku tabloya pirsên wan rûntir bibê: Yekem: Mekîneya ragihandina partiyên xwedî proje, şeva dûşemê xelkê teşwîq û han didan û dengên xwîn rijandinê belav dikirin, lê belê li kirdarî da ew wiha derneket. Ewe pîşan da ku rûniştina Parlemen bêhtir rûniştineke ragihandinî û siyasî bû nekû qanûnî. Duyem: Ev rûniştin, li rastiyê de ceribandineke wê mînaka karê siyasî bû ku li projeya Goran û biraderên din da hatiye. Rûniştin rûniştinek bû li ser mîzaca wê sîstema Parlemeniya ku Goran dixwaze. Rûniştin hêlên giştiyên dîktatoriyeta Parlemenê li ser ekranan pêşana hemû hemwelatiyan da. Pêşan da ku nûnerên gel ne nûnerê gelin nûnerên hizbîne û çend li bin bandora fermana partiya xwe ne. Eşkere bû ku Serokê Parlemen ji sîstema Serokayetiyê bi tama Goran çawa roboteke li destê kesek ku ji derveyê sazî û mueessata resmiye û tevdigerîne. Eveye komkirina desthilat ji destê kesekî derveyê damezraweyan, lê belê li bergê sîstema Parlemenî. Rûniştin, kelênên projeyê derxist, ku çendî metirsîdarin û çend hez ji xwe sepandin û înkar û piştkirine ji sazan. Zikrî Mûsa