PYD li ser vê rêya şaş berdewam be derfeta rizgarkirina rojava ji dest biçe
Ako Mihemed berprisê Tora Medyayî ya Rûdawê di nivîseke xwe de ku, li malpera Rûdawê de weşandiye behsa siyasta yekterefî ya PYDê li rojavayê Kurdistanê dike û dinîvî se ku, PYD behsa komkujiya gelê kurd li rojavayê Kurdistanê dike û hindek aliyên din yên rojavayê Kurdistanê wê yekê red dikin:
– PYD behsa komkujiyê dike li hindek deverên rojavayê Kurdistanê, partiyên din yên rojavayê Kurdistanê wan nûçeyan piştrast nakin û PYD desthilateke yekterefî li herêma Kurdan heye û piştrastkirina wan nûçeyan zehmete.
– Rêxistina Kurd Wch ku, rêxistineke kurdên rojavayê Kurdistanê ye û ofîsa wê ya sereke li Berlînê li Almaniyayê ye û li ser reşa rojavayê Kutdistanê raporan bi nawendên navdewletî dide, dibêje komkujî li dijî gelê kurd li rojavayê Kurdistanê nehatiya encam dan.
Nivîskar dinivîse ku, PYD vê propagendeyê ji xwe re dike daku ew zirara ji sedema gulebarankirina cemawerê xwepîşanderê Amudê û kuştina 6 xwepêşanderan gihiûtiyê, tawîz bike.
Gelek hêzên rojhilat û başûrê Kurdistanê amadeyîya xwe nîşan da ku, hêz bo rojhilatê Kurdistanê binêrin û gelê kurd ji êrîşên Cebhet Nusra biparêz in, lê hevserokê PYD got ku, pêwîstiya wan bi wê hêzên nîne:
– Eger PYD li ser vê rêya şaş berdewam be, dibe ku, derfeta rizgarkirina rojavayê Kurdistanê ji dest biçe û ew azadiya nuha jî heye nemîne.
Ako Mihemed di berdewamiya nivîsa xwe de dinivîse ku, hindek partiyên başûrê Kurdistanê ji encamê siyaseta navxweya başûr û ji bo lawazkirina PDKê piştevaniya siyaseta şaş a PYDê dikin.
Yektî Niştimanî Kurdistan (YNK) hevalbenda xwe li rojavayê Kurdistanê heye ku, ew jî Partiya Pêşveroya Demokrata Kurd e, lê senga siyasiya wê partiyê li rojava lawaz e, ji ber hindê jî YNK piştgiriya PYD dike daku, cîyê xwe li rojava bike:
– Lê ev piştgiriya PYDê ji bo YNKê destkeftiyek siyasî nabe. YNK baş awayê hizirkirina PKKê dizane û herwesa ew destê li pişte, wisa dike PYD razî nebe îdareyeke hevbeş û bereyî. Ev yek jî bi hemû pîvanan dê ziyanê bi xelkê rojavayê Kurdistanê bigehîne.