Polîtîk

PYD ji rejima Suriye çi dixwaze

Li Suriye û rojavayê Kurdistanê ji reveberiya xweser bi navek din PYD ji hukumeta Suriye çidixwaze.

Daxwaziyên PYDê ji rejima Suriye:

1- Parastina Yekîtiya xaka Sûriyê.

2- Sîstema desthilatdariyê li Sûriyê komarî-demokratî ye û rêveberiyên xweser beşek in ji wê.

3- Nûnerên rêveberiyên xweser li nav parlementoya Şamê hebin.

4- Li kêleka ala Sûriyê, divê alên rêveberiyên xweser bêne hildan.

5- Li navçeyên rêveberiyên xweser, bi awayekî ku ne li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê û destûrê be, karê deplomasî bê birêvebirin.

6- Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşek ji Artêşa Sûriyê bin û sînorên Sûriyê biparêzin.

7- Hêzên Asayîşê li navçeyên rêvberiyên xweser, li gorî destûra Sûriyê û ji aliyê encûmenên xwecihî ve werin birêvebirin.

8- Li navçeyên rêveberiyên xweser, xwendin bi zimanê dayikê be û Zimanê Erebî zimanê sereke be, li hemû Sûriyê.

9- Li navçeyên rêveberiyên xweser, li kolêjên dîrok, çand, ziman, wêje û beşên hevşêweyî wan, xwendin bi zimanên xwecihî be.

10- Parvekirina samanên Sûriyê, li ser navçeyên wî welatî, bi awayekî dadmend be.

Back to top button