PYD-ê serdana Hewlêr kir

Şandek ya Partiya Yekitiya Demokratîk ta Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya serokê vê partiyê serdana Kurdistana Başûr kir.
Armanc ji vê serdanê ewe ku gotubêj li ser rewşa kurdên Suriye bê kirin û ji bo nakokiyên di nav hinek ailyan de heyîn ji holê bête rakirin.
Dê di nav aliyên kurdên Suriye bi xwe de jî hinek hevdîtin bêne kirin û herweha li gora hatiye zanîn dê ev şanda hanê li gel serokê Kudistanê jî hevdîtinekî bikin.
Tê zanîn ku serokê Kurdistanê giringiyek mezin dide yekitiya di nava hêzên kurd li suriye de. Ji bo vê jî dîwavan serokatiyê di nav hewldanekî de ye.
Serokê PYD Salih Mislim Mihemed û serokê Encûmana Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Ebdilselam Ehmed bi vexwendineke fermî li Kurdistana Başûrin. Di destpêka serdana xwe ya Kurdistanê de mezara Barzaniyê nemir ziyaret kirin.