Polîtîk

Îdia: Hevdîtina Zana û Erdogan bi talîmata Ocalan bû

Sabahattin Onkibar, di nivîsa xwe a îro de, a ku di rojnameya Aydinlikê de li ser quncikê wî hatiye weşnadin de, îdiayekê diavêje holê. Îdia xwe, di derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Parlementera Amedê a Serbixwe Leyla Zana de ye. 

Onkibar dinivîse ku, li paytexta Tirkiyê li Enqereyê,  bi mirovekî pirr girîng re hevdîtinek kiriye. Di hevdîtinê de, di gellek mijaran de, ku hemû li ser pirsgirêka Kurd in, agahî ji ew mirovê girîng yê ku Onkibar navê wî kesî deşîfre nake, vedişîre, girtine. Wî mirovî bi Sabahattin Onkibar re bi kurtasî wiha gotiye:

– Rojnameya Aydinlikê, bi nûçeyên di derbarê Ocalan de, gellekî tiştên girîng kirine. Hevdîtina Ocalan a bi MÎTê û Amerîkayê re ji ber ku derxistiye holê.

– MÎTê, li mêvanxana xwe a Bursayê, bi Ocalan re gellek caran rûniştiye û projeyeke nû xwestiye destpêkirin bide. Lê Ocalan bi wan bawer nekiriye. Ocalan, di vê hevdîtinê de, şûna Amerîkayê meraq kiriye. – MÎT, ji bo ku Ocalan qaîl bike, dîplomatekî Amerîkayê û ji CIAyê ajanek bi Ocalan re anîye ba hev.

– Piştî hevdîtin Ocalan qaîl bûye, çimkî ji Amerîkayê soz girtiye. PKK ê agirbestê îlan bike. Di zagona bingehîn a ku nû tê nivisandin de, Kurd dike cih bigirin. Ocalan dike were efû kirin.

– Li ser vê qaîlbûna Ocalan, bi Leyla Zana re, bi rêya telefonê, Ocalan axifiye. Ocalan talîmat daye Leyla Zana ku, nêvengê nerm bike û bi Erdogan re hevdîtinê çêbike.

– Leyla Zana, bi vê sedemê, daxuyaniyên nerm dane û bi Erdgan re hevdîtin çêkiriye.

– Ev projeyeke Amerîkayê bûye. Armanca Amerîkayê a nihayî ev e ku, Kurdistaneke Xweser ava bike.

– Niha, Serok Barzanî hewl dide ku, PKKê îkna bike, ji bo agirbestek îlankirinê.

Rojnameya Aydinlikê, tê zanîn çendake, hema hema her roj, bi vî awayû nûçeyan diweşîne. Aydinlik, li Tirkiyê rojnameyeke “neteweperest” tê naskirin.  

Back to top button