Kurdistan gaza xwezayî difroşe Tirkiye

Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, herêma Kurdistanê piştî 18 heta 24 mehên din, dê gaza xwezayî jî bifroşe Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên heyîn, herêma Kurdistanê destpêkê dê bi rêya boriyeke biçûk gaze bişîne Tirkiyeyê, lê paşî di qonaxa domdirêj de yek milyar metir sêca gaza xwezayî bifroşe Tirkiyeyê û ya zêde jî bo Ewropayê binêre.
Herwamî dibêje ku, eger hikûmeta Bexdayê razî jî nebe, herêma Kurdistanê li ser firotina neftê û gaza xwezayî bi Tirkiyeyê dê berdewam be. “ Yên ku li Îraqê nerazîne, ji ber hindê ye ew dixwazin neft, gaz û pere di destê Bexdayê de be. Eger em hemû karan bo Bexdayê bihêlin, em nikarin tu karekî bikin.
Wek tê zanîn proja serokê hukumetê bi xweye ku bikaribin petrol û gaza Kurdistanê bi rêya Tirkiye rêkin welatên ewropa jî. Ev projek herî mezin cîhaniye ku berê welatên Ewropa daye Kurdistanê.