Polîtîk

Sîbel Uresîn di çapemeniya Îngiliz de ye

Li Tirkiyê, di bernameyeke televizyonê de, jina ku navê wê Sîbel Uresîn bû û bi malbatan re şêwirmendiyê dike, di weşana zindî de, anîbû ziman ku, li Stenbola Tirkiyê, ti mêrên ku bi hevjînekê re dijîn nemane û pirr hevjînî parastibû. heta di weşana zindî de gotibû ku, min hevaleke xwe a ne zewicî pêşniyara mêrê xwe kir, lê mêrê min qebûl nekir. Ger ku mêrê min qebûl bikira jî, min mehra xwe a bi hevjîna xwe re nediqedand. 

Di çapemeniya Tirkiyê û malperên înternetê de, vê gotina, parastina pirr hevjîniyê deng da. Li ser vê gellek şîrove hatin kirin. Ji xwe Sîbel Uresînê, rastiyeke civakê radixisti ber çavan. 

Gotinîn Sîbel Uresînê, sînorên welêt derbas kirin û di çapemeniya derve de jî bû nûçe. Rojnameya Îngiliz a ku herê zêde tê firotin, di rûpelên xwe de cih da gotinên Sîbel Uresînê. Rojnameya Îngiliz The Îndependent, diyar kir ku, gotina Sîbel Uresînê Tirkiyê şok kiriye û bûye sedema hêrsbûnê. Nûçeya The Îndependentê wiha ye: Gellek hemwelatiyê Tirkiyê, mesafeya di navbera laîk û oldaran de dibîne û ev gotina Sîbel Uresînê, di navbera ev kesan de gengeşî dijwartir kiriye û bûye sedema niqaşeke germ.

Tiştekî din ê balkêş jî, şîroveyên xwendekaran ên di bin nûçeyê de hatibûn weşandin bûn. Gellek xwendekara, di şîroveyên xwe de, gotinên giran kirine û çêr û heqaret nivisandine, di derbarê Tirkiyê û Sîbel Uresînê de.  

Back to top button