Polîtîk

Barzanî:Kurd gelekî hij azadiyê dikin

Li Hewlêr a paytextê Kurdistanê, bi amadebûna Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî û hijmareke berpirsên herêma Kurdistanê, nûner û konsolosên biyanî li Kurdistan û Iraqê, bi rewresmekî  236 saliya serbixwebûna Emerîka hate bîranîn.

Di rewrismê de konsolusê Emerîka yê axavtinek pêşkêş kir,konsolos da xûyakirin ku eve 3 salin ew li Hewlêr rewrismên pîrozkirina salvegera serxwebûna welatê xwe dartêxin.

Serokê Kurdistanê jî di rewrisma 236 saliya serxwebûna Emerîka de axavtinek kir. Barzanî di axavtina xwe de got:Hun piştî xebateke dûr û dirêj bûne xwedan welateke serbixwe lê hîn jî gel û neteweyên din jî mane kunegihatina armancên xwe, gelek xebat û têkoşîn kirine lê hîn jî heta niha bêyî dewletin.

Barzanî da xuyakirin ku, gelê kurd gelekê hij azadiyê dike. Di axavtina xwe de serokê Kurdistanê pîrozbahiya rayadarên Emerîka û gelên vî welatî kir.

Barzanî beşek axavtina xwe de behsa rewşa Iraqê jî kir û got: Eger behsa rewşa siyasî ya Îraqê bikim dikarim bi yek gotinekî bibêjim ku, em weke kurd ne metirsîne ji bo Îraqê belku ji bo Dîktatoriyetê metirsîne.

Back to top button