Polîtîk

Batmanî Duran Kalkan şermezar dike

 
Mihyedîn Batmanî serokê grûpa Dicel-Firat di preskonferensekê de bi dijwarî Duran Kalkan (Ebas) endamê konseya KCKê rexne kir û got:

–          Duran Kalkan di daxuyaniya xwe de ji bo Barzanî dibêje serokê KDP  (Serokê Partiya Demokreata Kurdistanê) ev yek ji Kalkan şermazriyeke mezin e. Barzanî ne tenê serokê KDPê ye, lê ew serokê yekem dewleta kurdî ye di dîrokê de hatiye dirust kirin. Barzanî serokê herêma  Kurdistana federal e.

Batmanî di berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku, Duran Kalkan di beşeke din ji daxuyaniya xwe gotiye pirsa PKKê  tenê bi şer çareser dibe:

–          Em jî ji Kalkan re dibêjin; yê ku zarokê wî tune bin, êş û azarên zarokan nizane. Kesekê ku, ev êşa wî nebe, minet pê nine ku şer bidawî bê, ew serkirdeyê zarokên wî nebin, rehma wî jî nine. Weke ez dizanim di nav PKKê de piraniya wan  zarokên wan tune ne, lewra ez dibêjim yê ku hest bi êş û azarên zarokan neke, nikare aşitiyê jî bike.

Back to top button