Civak

PYD bi serê xwe rêveberiya Rojavayê Kurdistanê nake

 Desteya Bilind ya Kurdan di civîna xwe ya dawî de li bajarê Qamişlo biryar girt ku bo birêvebirina karûbarên xelkê Komîteya Parastin û Xizmetkariyan avabike. Ev biryara Desteya Bilind ya Kurdan piştî nîgeraniya xelkê Rojavayê Kurdistanê hat ku digotin ew ji bilî xwepîşandanan ti karekî din ê hevbeş ji aliyê Civata Gel û Civata Niştimanî ya Kurdî nabînin. Endama Civata Gel a Rojavayê Kurdistanê û endama Desteya  Bilind a Kurdan, Ronahî Delîl, ji bajarê Qamişlo bo Rûdawê got ku di civînê de encamên desteyê biryar dane ku hemû komîteyan bi şêweyekî hevbeş di navbera herdu civatan de avabikin û herdu alî jî pêgîr bin bi biryarên Desteya Bilind.

Berpirsekî El-Partî: Ev kar di qezenca PYDê jî de ye

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El- Partî), Mihemed Îsmaîl, ji bajarê Qamişlo bo Rûdawê got ku ew bi vê biryara Heyata Bilind dilxweş in û partiya wan jî amade ye beşdar be di van komîteyan de ku biryare bi hevbeşiya hemû aliyên siyasî bên avakirin. Herwiha got “gellekî giring bû ku ev biryar hat dayîn, ji ber ku ev tê wateya dupatkirina li ser Lihevhatina Hewlêrê. Ev di qezenca hemû aliyan de ye û PYD jî di nav wan de.”

Ew hevwelatiyên ku berê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bo Rûdawê axivîbûn, nîgeran û bi gilî bûn ji xebarên Desteya Bilind a Kurdan. Herwiha di çend rojên borî de jî partiyan hevdu tometbar dikirin ku xemsarî kirine di cihbicihkirina bendên Lihevhatina Hewlêrê de. Aliyên ku di Civata Niştimanî ya Kurdî de bûn, PYD bi vê yekê tawanbar dikirin ku derfeta beşdarîkirina di hêzên parastin, asayiş û xizmetkariyan de nade wan. Ji aliyekî din jî PYDê jî ew bi vê yekê tometbar dikirin ku wê daxwaz ji wan kiriye beşdar bibin, lê wan bersîv nedane.

Berpirsekî Partiya Azadî: PYDê heta niha kar bi Lihevhatina Hewlêrê nekiriye

Endamê Polîtburoya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, Muslim Mihemed, ji buroya partiya xwe li Kobanê di daxuyaniyekê de bo Rûdawê got “pirsgirêka cihbicihnekirina Lihevhatina Hewlêrê bo van kesan dizîvire ku îmzeya xwe li ser kirine. Biraderên PYDê nabêjin em we red dikin, lê heta niha kar bi vê lihevhatinê nekirine. Ev 15 roj in komîteya me ya parastin, asayiş û xizmetkariyan amade ye, lê ew dibêjine me ew çaverêyî biryara Desteya Bilind dikin, paşê ewê van hêzên hevbeş pêkbînin.”

Partiya Wehde (Yekîtî) 8 roj dane PYDê

Herweha çend rojan berî biryara Desteya Bilind, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Bi partiya “Wehde“ tê naskirin) daxuyaniyek derxist û tê de 8 roj molet dane PYDê ku wan jî tevlî hêzên parastin, asayiş û xizmetkariyan bike. Endamê Komîteya Navendî ya vê partiyê, Mihemed Musa Kino, ku li buroya vê partiyê li Kobanê dimîne, got “em amade ne hemahengiyê ligel wan bikin. Biraderên PYDê jî dibêjin ew jî dixwazin hemû komîte hevbeş bin. Lê di heman demê de digotin ew çaverêyî biryara Desteya Bilind a Kurdan dikin.” Mihemed Musa Kino herwiha got ku partiya wan di çend mehên borî de xwestiye li çend gundên derdora Kobanê xalên xwe yên kontrolê ava bikin, an benzînxaneyan kontrol bikin, lê PYDê pirsgirêk bo wan derxistine.

Ronahî Delîl, ku yeke ji nûnerên Civata Gel a girêdayî PYDê û endama Desteya Bilind a Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye, ew yek neveşart ku ev pirsgirêkên wan ligel partiyên Rojavayê Kurdistanê hebûn: “Rast e, ev pirsgirêk hebûn, ji ber ku Desteya Bilind biryar li ser vê yekê nedabû. Lê ev hemû alî di civîna Qamişlo de hatin gotûbêjkirin û me bi hev re biryar girt ku li hemû navçeyan komîteyên hevbeş bên avakirin. Niha ev pirsgirêk bi dawî bûne û divê hemû alî pêgîr bin, ji ber ku ev biryara Desteya Bilind a Kurdan e.”

 

Roj Ehmed-(Rûdaw)

Back to top button