Civak

Bijîjkên kurd doza arîkariyê dikin

Bangewazî:

Bo hemî hevalên ku di saziyên tendurustiyê, iyadeyan, nexweşxanan û dermanxanan da kar dikin.
Wek ji we hemiyan re diyar e, jiber tûnûtîjiya ku li Sûriya bikar tê, bi hezaran mirov cih û warê xwe hêlane û reviyane welatên din. Ev penaberên ji encama şer niha li welatên cîran, di kemp û xêvetan de, di rewşeke xerab de dijîn.

Di kempên penaberiyê de yê ji bo wan penaberên ji sûriya ji ber şer reviyane li Iraqê, herêma Kurdistanê (Duhok), bi taybetî penaberên kurd bicih bûne. Di wê kampê de, guhpêdana tendurustiyê newek pêdivî ye. Mirovên penaber – ku niha hijmara wan gihaye 15.000an – penaberên siyasî û yên ji ber şer û tundûtîjiyê reviyane, ta niha wek penaber nehatine naskirin û pêdivî xizmetên tendurustî ne. 

Komela bijîjkên kurd li Elmaniya û bi têkilî digel komîta piştgiriya penaberên kurd, wek erkekî mirovayetî dizanin, ku bilez bikevin kar de. Jiber wê jî, em, ji we hemiyan bihêvî ne, ku hun di vî biwarî jibo piştgiriyê çalak bibin. Di destpêkê de, tişta tête xwestin, dermanên bo hemî êşan, alavên bijîjkiya tendurustiyê, yê diranan û tişta pêve girêdayî.

Jibo vê babetê me embarek daniye. Ev Embar li vê navnîşana jêr e:  
Zahnarztpraxis Dr. Schuesch & Mihmud
Kottbusserstr. 24
10999   Berlin
030/ 6182894
0176/ 56339060

Jibo alîkariya pereyan:

Komîta jibo piştgiriya penaberên kurd=
Komitee zur Unterstützung kurdischer Flüchtlinge e. V
KontoNr. 190065311
BLZ        10050000
Berliner Sparkasse
(Jibo bêceyan belgek tête danê)

Ji niha ve, em spasiya we jibo wê alîkariyê dikin.
Jibo karê tendurustiyê, xweber, wê li kempa penaberan bibe.  Jibo vê jî em hêvî ji wan mirovan yên di warê tendurustiyê da şareza, bi grûp ku şûna hev bigrin û li kampê xizmeta tendurustiyê pêşkêş bikin.  Bo agahî, her mirovekî here, wê  xerciya wî ji bêrîka wî be, jiber em nikarin piştgiriya diravî pêşkêş bikin.
Bi hêvî ne, yê ev kar bi dilê wî be, navê xwe li ser e:maila komelê qeyd bike

([email protected])  an jî têkiliyê bi van nr.telefonan re bike:

Dr. Sherko Faraj: 0049(0)1782892012
Dr. Nouri   Kano:  0049(0)1734242482 

Rêvebir

 

Komela bijîjkên kurd li Elmaniya.
Navnîşan:
Karl-Marx-Strasse 27
12043 Berlin
Fax: +49 (0)30 5471 5863
E-Mail: [email protected]

Back to top button