Polîtîk

Kiliçdaroglu: Şoreşgerê herî mezin Hz.Muhammed e

 

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îfade kir ku, bi salan e CHPê, bi mutedeyînên ku baweriya xwe bi siyaset û bazirganiyê re nakine navgîn re diyologeke baş saznekiriye. 

Li gorî nûçeya ku di rojnameya Akşamê de cih girtiye, Kiliçdaroglu diyar kiriye ku, pêwiste CHP, bi beşên mutedeyîn re di nav têkiliyeke hîn germ de be. Kiliçdaroglu wiha gotiye, “Ez beşên mutedeyîn mîna beşên muhafazakar nabînim. Ev beşa, ji kesên ku dixwînin, jiyanê dinirxînin, kesên rewşenbîr in, bi çavekî rast li bûyeran mêze dikin in. Ez mutedeyîne wek rewşenbîr dibînim. Ez beşên mutedeyîn, kesên ku hinekî bi mesafe li CHPê dinêrin, yên ku hin cara bi teredut li daxuyaniyên CHPê dinêrin dibînim. Ez di wê fikri de me ku, CHPê xwe baş û rast bi kesên mutedeyîn re venegotiye.”

kemal Kiliçdaroglu anîye ziman ku, bi her beşên civakê re bi awakî hatine ba hev û dewam kiriye, “em ti kesî yê din nabînin. Ez dixwazim ku bila mirov baş fehmbikin ku CHP ji bo mirovan çi dixwaze. Bi salan e têgeha sankî CHP li hemberî olê ye xwestin biafirînin. Em dixwbitin ku vê têgehê ji holê rakin. Em zanin ku ev ne wisa ye.  11 mîlyon mirov dengê xwe dide me, em ji her beşê dengan digrin. Em wek CHP demokrasiya civakî diparêzin.” 

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaoglu, behsa hevdîtina bi beşên mutedeyîn re jî a di xwarina fitarê de anîye ziman û gotiye ku, min ji ew mirovên mutedeyîn re vegot ku, şoreşgerê herî mezin Hz.Muhammed e. Bi mîlyonan mirov di bin bandora xwe de hîştiye. Kesekî mutedeyîn yê ku baweriya xwe bi Hz. Muhammed dike, êdî ew jî şoreşger e.


 

Back to top button