Polîtîk

PYD 3 rojnamevanên ARK TV destgîrkir

Îro sê rojnamevanên ARK TV ji aliyê hêzên asayîşa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve nêzîkî gundê Girbalav a bajarê Dêrikê (Rojavayê Kurdistanê) hatin girtin.

Li gor agahiyên ku gihîştine Rojeva Kurd îro demjimêr 11:00 berî nîvro sê rojnamevanên ARK Tv nêzîkî gundê Girbalava bajarê Dêrikê ji aliyê hêzên PYD ve hatin girtin. Rojnamevan Hacî Kalo, Ehmed Sofî Peymanêrê ARK TV hatin girtin.

Her wiha heta niha sedema girtina van rojnamevanan nayê zanîn û berpirsên PYD di vî derbarî de jî naxwazin tû daxûyaniyek bidin.

Wekî tê zanîn berî çend rojek dîsa hêzên PYD çend kesekî medenî destgîr kiribûn û xelkê Dêrikê dijî hêzên PYD xwepêşandan li darxistibûn. 

Back to top button