Polîtîk

HUDA-PAR: Mesele ne pirsa PKK, pirsa Kurde

Parêzer Rasim Sayğın Serokê Partiya Doza Azad (Hür Dava Partisi (HÜDA-PAR) ya leqa bajarê Wanê li avahiya partiya xwe li gel rojnamevanan taştê xwar û behsa pêvajoya aştiyê û pirsa Kurd kir.

Serokê Partiyê da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd de pêwîste berî her tiştî ji bûyerên dîrokî wane û ders wergirîn.

Rasim Sayğın Serokê Partiya (HÜDA-PAR) ya leqa bajarê Wanê li avahiya partiya xwe li gel rojnamevanan û endamên lîjneya birêvebir taştê xwar û behsa pêvajoya Tirkiyê kir. 

Di destpêka axaftina xwe de behsa kar û çalakiyên partiya xwe kir û got: Em ji bo nasandina partiya xwe mal bi mal digerin û bi wan didîn nasandin. Helbet li çarçoweya bernameyeke berfireh de, em van karên xwe didomînin. Em baş dizanin ku gelê me me nas bike wê hez ji me bike.

Her wiha got: Li Tirkiyê 20 mîlyon Kurd heye û hema hema hemû jî misilmanin. Em ji bo çareserkirina pirsa Kurd de tu rêxistinek ku bi navê hemû Kurdan bazarê bike nas nakin. Li vî warî de kêşeyeke nûneriyê heye.  Eger pirsa Kurd li çarçoweya neteweyî de bê nirxandin, kêmasiyeke mezine, divê nasnameya Îslamiya Kurdan her dem li pêş be û bi beşdariya hemû kesan modeleke çareseriyê bê dîtin. Eger nêzîkbûnek ku mesele ne pirsa PKK, pirsa Kurde bête kirin divê mêzeyek ku her kes li nav de be bê avakirin. Divê Kurd nebin qurbana daxwazên aliyekî.

Sayğın derbarê armancên partiya xwe de got: Pêwîste Kurdî bibe zimanê duyemê fermî yê Tirkiyê û bi awayeke destûrî de jî bête parastin.

Back to top button