
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn berî serdana xwe ya Tirkiyeyê çû bingehê lêşkerî yê Rusyayê li Suriye û hevditinek li gel serokê rejima Surî Beşar Esad re pêkanî. Serokê Rûsyayê Pûtîn berî serdana xwe ya Tirkiyeyê bi çû bingeha leşkerî ya Hmeymîmê. Pûtîn li vê derê ya ji aliyê Serokê rejima Suriye Beşar Esad ve hat pêşwazîkirin.Pûtîn berî hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li Enqereyê serdana baregeha hewayî ya Hmeymînê kir. Pûtîn li Hmeymîmê ji bo hêzên Rûsyayê ji Sûriyeyê vekişin dîrektîf da.Pûtîn li Hmeymîmê di axaftina xwe de got: “Ez fermanê didim Wezîrê Parastin (Sergey Şoygu) û Sererkanê Giştî (Valeriy Gerasîmov) bila hêzên rûsî vekişin û vegerin noqteya xwe ya daîmî.”Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu jî bi Pûtîn re serdana baregeha hewayî ya Hmeymîmê kir.Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: “Wê leşkerên rûsî bi serkeftinê vegerin malên xwe. Artêşa Rûsya û Sûriyeyê grûba terorîst a herî mezin a navneteweyî di nava 2 salan detêkbir. Eger terorîst li Sûriyeyê bixwazin dîsa serê xwe rakin dê Rûsya bi çekên herî pêşketî wan ji holê rake bike.