Artêşa Iraq û HSD li hevkirin
Odeyek oparasyonan ji bo ewlehiya sînorê Sûryê û Iraqê ji aliyê Hêzen Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Arteşa Iraqê hate avakirin. Li gorî HSDê armanca vê odeyê, rêgirtina li ber çekdarên DAIŞê di navbera Sûriyê û Iraqê de ye.Li ser vê odeya hevbeş, Peyvdarê HSDê Mistefa Balî ji K24ê re wiha axivî: “Li ser daxwaza artêşa Iraqê me civîneke hevrêziyê kir. Encamên civînê baş bûn û em gihêştin rêkeftineke devkî, ku pêwendî û hevrêzî di navbera her du hêzan de hebe, ku di demên pêş de ew hevrêzî bigihe rêkeftineke fermî di navbera hêzên me û artêşa Iraqê de.”ji aliyê siyasî ve, Serkirdeyên Tevgera Civaka Demoqratîk didin zanîn, Iraq dewleteke cîran e û pêwîst e hevrêziyek ji aliyê siyasî û leşkerî ve di navbera her du aliyan de hebe, da ku ewlehiya deverê cîger bibe.


