Polîtîk

PSK Qasimlo bi bîr tîne

PSKê bi minasebeta 31 emîn slavegera Qasimlo daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Daxûyaniya PSKê..

Qasimlo Nemîr E

31 sal li ser şehîd kirina rêberê gernas Dr. Abdulrahman Qasimlo bi destê terorîstên Komara Îslamiya İranê derbas bû.

Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Qasimlo, di 13.07.1989an da, li Viyena, li ser masayê giftugo ligel nunerên Dewleta İslamiya İranê bi namerdana hate şehîd kirinê.

Qasimloyê nemîr yek ji serokên jêhatî û tekoşerên Kurd bû.

Qasimloyê nemîr mamostayê demokrasî û dîplomasiyê bû.

İro bi zelalî eşkere bûye, ku rênumayên Qasimlo yên derheqa demokrasî û diyalog û dîplomasiyê  çiqas bi nirx in û rewşa siyasiya navçe û Kurdistanê vê rastiyê diselmine.

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê carekî dinê şehîd kirina Qasimlo bi destê teroristên rejîma axundan bi tundî mehkum dike.

PSK piştrast e, ku rêvîngên rêbaza Pêşava, şagirdên Qasimlo alayê xebata şehîdan bilind radigrin û nahêlin bikeve erdê.

Em çu caran dostê xwe a dêrîn ji bîr nakin!

Qasimlo Nemîr e!

“Baştirin padaş bo şehîdan, dirêjê dana rêka wan e”!

17.07.2020

PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistan

Back to top button