PDK-T sala 1965 ê de bi serokatîya Sait Elçî hate damezrandin

Bi minasebeta salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye PDK-Bakur daxûyaniyek belav kir.
Ev jî deqê daxûyaniyê ye:
55.SALVEGERA DAMEZRANDINA PDKT PÎROZBÊ!
Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê (PDKT) di 11ê tirmeha 1965 an de li bajarê Dîyarbekirê bi şêweyek veşartî bi serokatîya Sait Elçî hate damezrandin.
Piştî demek din, di civîna partîyê ya roja 21ê tebaxa 1965an de Faik Bucak wek serokê partîyê hat helbijartin û Sait Elçî dibe sekreterê partîyê.
PDKT Destûr û programa xwe bi kurdî nivîsandîye û di amadekirina wê de istifade ji programa PDK Iraq û PDK Suriye kirîye.
Damezrandina PDKT xwedî cihekî taybetî û dîrokî ye. Wekî tê zanîn di heman demê de û bi heman navî PDK li her sê beşên din yê Kurdistanê wek parti hatibûn damezrandin.
Partîya Demokrata Kurdistan-Iran (1945), Partîya Demokrata Kurdistan-Iraq (1946) û Partîya Demokrata Kurd li Surî/Elpartî (1957). Peywendî di navbera van her 4 partîyên bi “heman” navî li her çar beşên Kurdistanê de, ne rêxistinî bun. Têkilîyên heyî li ser bingehek welatparêzî û birayetîbun.
PDKT di programa xwe de her çiqasî daxwaza Otonomi, Federalizm an jî Serxwebûnê nekiribê jî rûbirûyî êrîşên dijwar yen dewleta Tirkîyê bûye.
Dewleta Tirkîyê bi planên qirêj, piştî damezrandina PDKT bi salekê, serokê wê Av.Faiq Bucak sehîd kir.
Dewleta Turkiyê di çileya pêşîn ya 1968an de operasyoneke mezin li ser PDKT çêkir û tevî 4 damezrênerên PDKT 16 endamên wê girtin.
Doza PDKT ya li Mahkemeye Antalyayê û bi taybet berevaniya siyasî ya Şakir Epözdemîr wesîqeyeke gîrînge di dîroka PDKT de.
Rupelekî herî dilêş di dîroka PDKT de şehîdkirina serokê PDKT Said Elcî yê. Şêhîdkirina Satt Elçî rûpelek reş bû di dîroka PDKT de û zirarek pir mezin da rêxistina partîyê.
PDK-BAKUR giringîyek mezin dide rol û xebata PDKT di wan şertên zehmet de. Em xwe berdewamîya wê pêvajoye dibinîn û xwedî derdikevin li xebat û fedakarîya kedkarên partiyê.
55.salvegera damezrandina Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê (PDKT) piroz bê.
Di vê roja dîrokî de PDK-BAKUR rêz digrê li hember xebat û fedakarîya welatparêz û canfidayên doza Kurdistanê bi şêweyek giştî.
BIJÎ KURDISTAN.
11.07.2020
PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR