Polîtîk

Dest bi çaksaziya li Wezareta Pêşmerge kirin

Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya vîdeo û konferansekê serpereştiya civîna taybet ya li ser çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kir û têda Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rolê Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê gelek bilind nirxand.

Piştî danustandinan jî biryar hate dayîn ku li gor bernameyê reform û çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge dest bi çaksaziyê dikin bi taybetî jî li gor projeya çaksaziyê ya hevbeş ku berî niha ji aliyê hêzên hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge ve hatiye amadekirin.

Back to top button