Polîtîk

PSK ji avakirina bloka Kurdistanî îmze dike

Îro li Diyarbekir leptek heye ku platforma hilbijartinên serokkomariya Tirkiye û parlementoya Tirkiye ku ji aliyê Hereketa Azadî, PAK, PSK, PDK-B, PDK-T û HAK-PAR ê ve hatiye nirxandin bête îmzekirin. Di vê derbarê de PSK daxûyaniyek ragihand.Bo ÇapemenîXala serekî ya rojeva cîvina Meclîsa Partiya me, ku di 28-29 Avrîla sala 2018’an da pêkhat, destnîşan kirina halwesta partîya me bû, di hilbijartina Meclîs û Serokkomar da.Meclîsa Partiya me paş gengeşî, biryar daye, ku bername û protokolê, li ser vê tê axaftin û gengeşî kirine ku Hereketa Azadî, PAK, PSK, PDK-B, PDK-T û HAK-PAR ji bona yêkxistina halwestên xwe derbareyê hilbijartina Meclîs û Serokkomariyê amade kiribûn, îmza bîke.Herwekî tê zanin, di 30 Avrîla sala 2018’an da her şeş partî û rêxistinên siyasî dicîvin û biryara xwe ya dawî ya li ser bername û protokolê hanê didin û bo bîr û rayê giştî radigihînin.29.04.18Ofîsa Çapemenî

Back to top button