Polîtîk

PDK-T ji bo biryarê dicive

Li gora agahdariya gihatiye destê malpera me îro li Diyarbekirê komiteya rêvebira PDK-T dicive û du mijar di rojeva civînê de ne.Yek ji wan ewe ku pirsa Yekitiya siyasê di nava PDK-T û du aliytên din de bête minaqeşekirin û di vê derbarê de biryarek bê girtin.Duyem jî îmzekirina platformek hevbeş Kurdistanî ya hilbijartinaye. Di vê derbarê de ji berî niha civîn ji aliyê Hereketa Azadî, PAK, PSK, PDK-B, PDK-T û HAK-PARê ve hatibûn li darxistin her aliyekî dîtinên xwe di vê derbarê de dabûn xûyakirin.Îro ihtimalek mezin ev platform tê îmzekirin. Di vê derbarê de dîtinek cuda ya PDK-T heye ku ew li gora bernameya xwe nakevin hilbijartinên Parlementoya Tirkiye û hilbijartinên serokkomariye. Ew tenê di sinorê Kurdistanê de ji bo hilbijartinên Kurdistanê  xebatê dikin tevlî dibin. Li gora vê jî, ji bo PDK-T hilbijartinên herêmî yanî yên bajarvaniyên Kurdistanê û meclisa bajaran girîng e.

Back to top button