Polîtîk

Piştî pere neman ji dev YNKê berda

Kurê Celal Talabanî  Qubad Talebanî bi tundî êrişî cîgirê berê yê Celal Talabanî, Berhem Salih kir û da xûyakirin ku, piştî ku pere nema dest ji YNKê berda!Her ku hilbijartinên Iraqê nêzîk dibin, hevrikiyên partiyên siyasî û namzedên wan jî germtir dibe.Li devera Silêmaniyê hevrikiya herî tund di navbera YNKê û partiya Berhem Salih de heye.Li gorî malper û çavkaniyên nêzîkî YNKê, , Qubad Talebanî di mîtîngekê de bi tundî êrişî Berhem Salih kiriye û gotiye, hinek kes heta pere hebû li nav YNKê de bûn lê dema pere nema, veqetiyan û niha jî behsa kêmasiyên hikûmetê dikin!Qubad Talebanî, ku cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye jî, navê Berhem Salih nehaniye ser ziman lê gotiye, yek ji wan kesan du caran bûye serokê hukumetê û carekî jî cîgirê serokê hikûmeta Iraqê bûye û demek dirêj jî cîgirê Mam Celal bû!Kurê Talabanî bang li Berhem Salih kiriye ku çima wê demê nekariye reforman bike û gotiye, kesên wisa bê wîjdanin û li dijî YNKê komploya dikin! 

Back to top button