Brîtanya: Divê di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de rola kurdan hebe

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja 27.04.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêwazî li Alistair Burt wezîrê dewleta Brîtanyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û geşepêdana navdewletî û şandeya diplomasiya pê re kir.Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan gavên hikûmeta Herêma Kurdistanê  yên di warê asayîkirin û normalîzekirina têkeliyên bi Bexdayê re û dirustbûna baweriyê di navebra Hewlêr û Bexdayê de bilind nirxand û hêvî xwest ku diyaloga cidîtir ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan berdewam be.Şandeya brîtanyayî bi pêwîstî zanî ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, hemû alî û bi taybetî aliyê kurdî di avakirina hikûmeteke bingeh berfireh de rola xwe hebe û eşkere kir ku hikûmeta Brîtanyayê giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê meşiq, rahînan û hevkariyên leşkerî ji bo pêşmergeyê Kurdistanê û geşepêdana aborî û sermayerazandinê, dide.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên leşkerî û mirovî yên Brîtanya pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike û rola Brîtanya di afrandina aqarek xweş ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.Serokwezîr diyar kir ku ew pêşwaziyê  li hizir û helwesta Brîtanyayê ya di warê giringîdan bi warê aborî, piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê, aramî û êmnahî li Îraqê dike û berheviya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkeşkirina hêsankarî û hevkariya di van waran de nîşan da. Barzanî bi pêwîstî zanî ku Hevpeyman û bi taybetî Brîtanya ji bona bicîkirina pilana çaksazîyê li Îraq û Herêma Kurdistanê hevkar û alîkar bin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: