
Partîşa Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di daxuyanîya xwe ya nivîskî ya piştî civîna serokwezîr de got, “Divê hikûmet dev ji siyaseta xwe ya dij-Kurd, siyaseta xwe ya înkarê û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi şer berde. Her wiha divê PKK jî dest ji rêbaza têkoşîna çekdarî ya ku qada têkoşîna legal û demokratîk a gelê Kurd asteng dike, berde û rê bide pêvajoya têkoşîna demokratîk a legal.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di 17-18ê Hezîrana 2023an de li Amedê Civîna Meclîsa Partîyê ya berfireh li dar xist. Piştî civînê ji alîyê PSKê ve daxuyanîyek nivîskî hat dayîn. Di daxuyanîya de rexne li HDP hatin kirin û hat gotin ku tifaqa ji alîyê partîyên Kurdistanî ve hatiye kirin bêbandor bûye. Di Meclisa Berfireh a PSKê de ev daxuyanî hat dayîn: “Tifaqa Gel a ku hebûna xwe li ser muxalefeta dij-Kurd ava kir û siyaseta xwe ya hilbijartinê li ser esasê tirsa Kurdan ava kir, di meclîsê de piranîya dengan bi dest xist û di tûra duyemîn a hilbijartinên 28ê Gulanê de Tayyîp Erdogan wek Serokkomar hat hilbijartin. Tifaqa Netew û namzedê wê yê serokkomarîyê Kemal Kiliçdaroglu ku bi îdiaya Pergala Parlamenterîya Bihêz ketibûn hilbijartinê, ji ber ku di mijara pirsa Kurd de helwestek wêrek nîşan neda û ji xeta netewperestîyê derneket, di hilbijartinê de têk çû. Tevî ku beşek girîng a civakê, bi taybetî jî gelê Kurd, bi hêvîyên demokrasî, guhertin û asayîbûnê piştgirî da K. Kiliçdaroglû jî, lê ev bendewarîya guhertinê pêk nehat.
‘Xeta Tirkbûnê nasnameya HDP ne diyar kir’
Di hilbijartinên 14ê Gulanê de HDP/YSP yên ji sala 2015an û vir ve dengên xwe winda kirine, kêm bûn. Xeta Tirkkirinê ya ku HDP/YSP dimeşîne, ku hebûn û hêza xwe ji têkoşîn û piştgirîya gelê Kurd digire, nasnameya xwe ne diyar kiriye, ji îfadekirina daxwazên bingehîn ên gelê Kurd bi awayekî zelal û dûr xistiye. Bûyerên xendekan di sala 2015an de di civaka Kurd de trawmayek kûr derxist holê, bû sedema biyanîbûna siyasî. HDP di polîtîkaya xwe ya îtîfaqê de li gor xeta Tirkkirinê girîngî da derdorên çepên Tirk û hewldanên îtifaqê yên bi aktorên siyasî yên Kurd re li pişt xwe hişt. Ev rewş di civaka Kurd de bû sedema bertekên cidî û veguherî windabûna dengan.
“Tifaqa Azadî û Demokrasäya Kurd bi bandor nebû”
Tifaqa Azadî û Demokrasîya Kurd ku em wek PSK beşdarî pêvajoya hilbijartinên 14ê Gulanê bûn, di destpêkê de hêvî û heyecanek mezin afirand, ji ber têgihiştina HDP ya li jor behsa wê hat kirin, nekarî têra xwe bi bandor bibe. Daxwazên bingehîn ên gelê Kurd di deklerasyona hevpar a ku ji aliyê Îtîlafê ve hat weşandin de bi rêjeya ku dihat xwestin nehat eşkerekirin. Partîya me di hilbijartinên parlementoyê de jî bi heman ferasetê tevgerîya û bi hemû hêza xwe xwest ku daxwazên bingehîn ên gelê Kurd bide raya giştî.
Wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ji bo pêkhatina tifaqek neteweyî ya demokratîk a berfireh û berhemdar, emê bi hesta berpirsyarîyek dîrokî tevbigerin. Emê Tifaqa Azadî û Demokrasîya Kurd a ku di pêvajoya hilbijartina 14ê Gulanê de ji nû ve binirxînin û ji bo pêkhatina hevkarî/tifaqek netewî ya berfireh û bi encam emê xebatên xwe yên piralî bidomînin.