Cîhan

Protestoyek wiha nehatiye dîtin ! VÎDEO

Li Parlamentoya Romanyayê xebatkarekî televîzyona dewletê ji bo protestokirina tedbîrên aborî ya hikumetê xwe ji şaneşînê parlamentoyê avêt li ser sandeliyan.

Di runiştina pêşniyara li ser piştgiriya IMF ya li ser ma’aşê de û dema ku Serokwezîrê Romanyayê destpê axaftinê kir xwepêşandêreki navê wî nehatiye eşkere kirin xwe avêt valahiyê. Li ser tişortê xwepêşandêrê ‘’Em hatine firotin, pêşeroja zarokên me hatine kuştin’’ hatîbû nivîsandin.

Xwepêşandêr li ser palkursiyên vala ket û bi awayekî giran brîndar bû. Xwepêşandêr bi lez û bêz ji nexweşxaneyê re hatiye rakirin lê hate zanîn ku rewşa tendûristiya wî ne başe.

Back to top button