Îroj

24'ê Berfanbar

24’ê Berfanbar

Di sala 1951’an û di rojekî wekê îroyê dagirkeriya Îtalyayê bidawî bû û Lîbya serxwebûna xwe bidestxist.

Lîbya li ber Deryaya Navîn ye. Dewletên cîran li rojhilat Misir û Sûdan, lî başûr Nîjer û Çad û li rojava jî Tûnis û Algerya ne.

Paytexta wî bajarê Trîpolîs e. Rûbera wî nêzî 1,800,000 km² e kû 90% ê wê ji çolan pêkhatiye; Lîbya, li gor rûber, 4. welatê mezinê Efrîqa û 17. welatê mezinê cîhanê ye.

Lîbya di dema qelsbûna Osmaniyan de û di sala 1911’an de ji aliyê Îtalyayê ve hatiye dagirkirin. Piştî şerê Trablusgapê peymana Oşî ( Oshy ) hatiye çêkirin û desthilatdariya Osmaniyan li Libyayê bi awayekî fiilî bidawî bû.

Di vê demê de li hemberê mêtingeriya İtalyayî ji aliyê Omer Muxtarê ve tevgera berxwedanê dan destpêkirin. Piştî girtin û îdama Omer Muxtarê tevgera berxwe dayîn jî têk çû.

Piştî Şerê Cihanê Duwemîn Fransa û Îngîlîstan desthilatdariya welatê girtin ser xwe. Neteweyên Yekbûyî di sala 1949’an de biryara pêwîstiya Serxwebûna Libyayê da. Di hevdîtinên serxwebûnê de Şêx Îdrîs amade bû. Şêx Îdrîs ji sala 1920’an û vir ve li hemberê hêzên Îyalyayê têkoşînek da bû.

Di sala 1951’an de Lîbya serxwebûna xwe bidesxist û yekem welate ku bi rêya Neteweyên Yekbûyiyê ve serxwebûna xwe îlan kir.

Piştî Serxwebûna Lîbyayê Şêx Îdrîs bû Melîkê Lîbyayê. Di sala 1969’an de Muammed Abu Minyar El Qaddafî ji aliyê efserên genc ve darbeyekî leşkerî kir û Cumahiriyeyê Ereb ya Lîbyayê damezrand û Monarşî jî bidawî bû.

Qaddafî ji wê tarîxê heta niha ji felsefeya Îslam û Sosyalîzmê sentezek kir û bi vî şeklê rêveberiya welatê xwe dike.

Back to top button