Serok Komarê Îranê Mehmud Ehmedê Necad ji bo beşdarbûna Teşkîlata Hewkariya Aboriyê çûye Tirkiyeyê û li Stenbolê digel Serokwezîrê Tirkiye yê Recep Tayyîp Erdoganê civîyan.
Ehmedê Necad di civîna Teşkîlata Hawkariya Aboriyê de bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoganê re nêzîkî 2 seat hevpeyvînekî kirin.
Hate zanîn ku di hevdîtinê de têkîliyên her du alî hate gengeşîkirin û ji bo Rojhilata Navînê jî li ser pêwîstiya pêşveçûyina têkîliyê hate sekinandin.
Di heman demê de di hevdîtinê de mijarên wekî bernameyên dewlemendkirina uranyum ya Îranê û mijarên enerjiyê hate rojevê.
Serok Komarê Iraqê Celal Talabanî jî ji bo beşdarbûna civînê li Stenbolê ye. Hat ezanîn ku Talabanî li Tirkiyeyê digel berpirsyarên Tirk û nûnerên Kurd re jî hatiye ba hev