Kultur

Nadîrov bû endamê Akedemiya Zanistê ya Kurdistanê

Sekertêrê giştî yê Akadimiya zanistî ya Hêrêma Kurdistanê, Azad Ehmed Mihemed ragihand ku Pirofîsorê kurd, Nadir Nadîrov, wek endameke Şerefê (fexrî) bo akademiya zanistê yê Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin.

Her wiha Azad Mihemed, di dirêjehiya axiftina xwe de got: “ Ji ber ku  pirofîsorê Nadîrov kar û xebateke bê wêne pêşkêşî gelê kurd kiriye, ji aliyê endamên akademiya zanistî ya Herêma Kurdistanê ve, wek endamê fexrî hate pejrandin.

Hêjayê gotinêye ku pirofîsor Nadir Nadîrov kurdê Soviyeta berêye, wek yekemîn kurdê wê deverê bûye endamê fexrî ya Akadimiya Zanistî li Herêma Kurdistanê.

 

PUKMedia

Back to top button