Koreya Bakur amadekariya şer dike

Di nûçeyekî ajansa fermî ya Koreya Bakurê KCNAê de hate nivîsandin ku ‘’ Hêzên Çekdarî yên Koreya Bakur, ji ber armanca bersivdayîna dijminê xwe bi bingeha pêximkiriya nukleerê bi tarzekî adilane ya Koreyê, amadekariya şerekî pîroz tê kirin.

Ajans nûçeyê xwe ji Wezîrê Hêzên Çekdari yê Kim Young Chunê re girê da. Kim Young Chunê li paytaxt Pyongyangê  beşdarî pîrozkirina 19. saliya Serfermandariya Artêşa Koreya Bakur yê Kim Jong-İl bû. Li gorê Koreya Bakur tatbîkata leşkerî ya  Koreya Başur amadekariya şerekî nû ye.

Qesra Spî Hîşyarî da

Qesra Spî hîşyariyek ji Koreya Bakur da ku ji ber tatbîqata leşkerî ya Koreya Başur nerazîbûna xwe nîşan nede. Berdevkê Qesra Spî yê Robert Gibbs di civîna çapemeniyekî de da zanîn ku tatbîqata leşkerî ya Koreya Başur ne suprîz bû ji berê de hatîbû agahdar kirin.

Di serê hefteyê de Koreya Başur tevî gefên Koreya Bakur tatbîqatekî leşkerî li dar xistî bû. Îro jî lidarxistina tatbîqatên bejehî, behrê û asîmanî îlan kirîbû.

Nerîna min :