Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ragihand ku şandeke ENKSê bi mebesta gihandina dengê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û ragirtina şer li Efrînê dê serdana Amerîka û Ewropa bike.Kamîran Haco derbarê wê serdanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e şandeke ENKSê serdana Amerîka bike û roja 28ê vê mehê ligel Wezareta Derve ya Amerîka bicive, paşê jî emê ligel berpirsên Koşka Spî bicivin.”Haco wiha got: “Armanca me ji vê serdanê bo Amerîka ji bo gihandina dengê Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê û nexasim jî li Efrînê ku şer li wir bê rawestandin û êdî ziyan negihê gelê me. Herwiha pirojeyeke Amerîkî ji bo rojhilatê Çemê Feratê heye û li ser wê pirojeyê em dixwazin berpirsên Amerîka bibînin ku ew piroje çawa ye û em jî nêrîna xwe li ser bidin.”Kamîran Haco wiha domand: “Piştî ku em 3 rojan li Amerîka bimînin, emê serdana çend welatên Ewropî jî bikin, ku ew jî Fransa û Brîtanya û Fînlanda ne, ew jî ji bo gihandina dengê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.”Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ragihand ku şandeke ENKSê bi mebesta gihandina dengê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û ragirtina şer li Efrînê dê serdana Amerîka û Ewropa bike. Kamîran Haco derbarê wê serdanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e şandeke ENKSê serdana Amerîka bike û roja 28ê vê mehê ligel Wezareta Derve ya Amerîka bicive, paşê jî emê ligel berpirsên Koşka Spî bicivin.” Haco wiha got: “Armanca me ji vê serdanê bo Amerîka ji bo gihandina dengê Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê û nexasim jî li Efrînê ku şer li wir bê rawestandin û êdî ziyan negihê gelê me. Herwiha pirojeyeke Amerîkî ji bo rojhilatê Çemê Feratê heye û li ser wê pirojeyê em dixwazin berpirsên Amerîka bibînin ku ew piroje çawa ye û em jî nêrîna xwe li ser bidin.” Kamîran Haco wiha domand: “Piştî ku em 3 rojan li Amerîka bimînin, emê serdana çend welatên Ewropî jî bikin, ku ew jî Fransa û Brîtanya û Fînlanda ne, ew jî ji bo gihandina dengê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.”