Divê kurd ji hukumet û parlementoya Iraqê vekişin
Parlementerê parlementoya Iraqê yê PDKê Şaxewan Abdulah daxûyakirin ku, dive nûnêrên kurda zûtirîn dem ji hukumet û parlementoya Iraqê xwe vekişînin. Ji ber ku tu niyeta Bexdayê ku mafê kurda nasbike tuneye.Di derbarê biryara hukumeta Iraqê ya dirêjkirina qedexeya li ser balefirxaneyên Kurdistanê de Abdulah dibêje: Ev biryar bi xwe delilê ku hukumeta Bexdayê di derbarê Kurdistanê de di nava leptek xirab de ye. Hewl didin bûtçeya Kurdistanê ji %17ê daxin ji % 12.6 , Ev yek bi biryara serokwezîr Heyder Ebadiye, em hêja hêviya çine ez tê nagihim.Parlementerê PDKê berdewamiya axvtina xwe de dibêje: Divê kurd ji hukumet û parlementoya Iraqê vekişin, kurd çikas di vê helwestê de dereng bimînin ewkas ji zerera kurdan re ye. Ji ber ku ti niyeteke Bexdayê naskirina mafê kurdan tineye. Ti eleqeya vê bi hilbijartinê nîne.Divê zûtirîn dem kurd ji Bexdayê vekişin.