Prof. Dr. Yıldırım: Dewletê Mem û Zîn xelet wergerandiye
Serokê Enstîtuya Zimanên Dijîn ê Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadri Yıldırım, diyar kir ku wergera berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ku ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve hatiye kirin, xelet e.
Prof. Dr. Yıldırım, xwest ku wergerên dewletê ji vir û şûnde ji aliyê nivîskarên kurd yên ku wergerê baş dizanin ve bên kirin.
Çend meh berê di bin çavdêriya Wezareta Çand û Turîzmê ya Komara Tirkiyeyê de, ji aliyê Prof. Dr. Namık Açıkgöz ve berhema “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî hate wergerandin.
Serokê Enstîtuya Zimanên Dijîn ê Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadri Yıldırım, da zanîn ku berhema Xanî ji aliyê wezaretê ve bi awayekî xelet hatiye wergerandin. Yıldırım, derbarê mijarê de bersiva pirsên AKnews’ê da.
Di sala 2010’an de di serî de berhema te, çend berhemên din li ser berhema giranbuha ya Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” hatin weşandin. Tu zêdebûna van xebatan çawa dibînî?
Sala 2010’an ji ber çapkirina berhemên derbarê “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî de saleke bi bereket bû. Di meha cotmehê de xebata min a wergerê ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Her wiha ji aliyê Avestayê ve wergera Jan Dost, xebata Perwîz Cîhanî ji Nûbiharê û wergera Prof. Dr. Namık Açıkgöz jî ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve hate çapkirin.
Di navbera wergera te û wergerên din de çi cudahî hene?
Sê taybetiyên wergera min hene. Ya yekemîn wergereke manzûm e, ya duyemîn bi dîpnotan analîza cihên pêwîst hatiye kirin û ya sêyemîn jî di wergera min de di bin 10 sernavan de termînolojiya Mem û Zîn hatiye çêkirin. Xebata Jan Dost ji wergereke kurdî pêk tê û ew wateya hin peyvan îzah dike. Xebata Perwîz Cîhanî hinek werger û hinek jî şerh e. Resena wê bi herfên erebî lê bi zimanê kurdî ye û ji du cîldan pêk tê. Ev berhem hatiye latînîzekirin û weke yekcîld ji Weşanxaneya Nûbiharê derçûye. Lê xebata herî balkêş a Prof. Dr. Namık Açıkgöz e. Ev xebat ji Weşanên Wezareta Çandê derçûye..
Balkêşiya xebata Açıkgöz çi ye?
Min wergera Birêz Açıkgöz ji serî heta binî xwend. Lê ev xebat ez tatmîn nekirim. Dev ji tatmînkirinê berde, ez ji vê xebatê pir xemgîn bûm.
Wezareta Çandê çima wergerên wiha bi wêjevanên kurd ên mîna we nade kirin, bi Açıkgöz dide kirin?
Di nûçeyeke ANF’ê de vê paragrafê pir bala min kişand: “Di dema amadekirina berhemê de navên lêkolînerên kurd Zeynel Abidin Zinar, Selim Temo û Prof. Dr. Kadri Yıldırım hatine dayîn lê ev nav nehatine qebûlkirin. Di şûna wêjevanên kurd de, navê Prof. Dr. Namık Açıkgöz bi hesasiyeteke mezin hatiye tercîhkirin.” Bi rastî kî dibe bila bibe, Wezareta Çandê nivîskar û akademîsyenên kurd ji nedîtî ve hatiye û ev yek ez xemgîn kirim. Açıkgöz di hevpeyvîneke xwe de digot; “Ev çîrok, bi îdeolojiyek dihate pêşkêşkirin”. Ger ji ber vê endîşeyê vê xebatê dabin Açıkgöz, divê ez bibêjim ku ev nêzikahiyeke polîtîk e. Her wiha Xanî ligel şexsiyeteke olî û mîstîk, şexsiyeteke milî û polîtîk e jî. Nexwe hûn ê nêrîna Xanî ku girêdana bi Osmanî û Farisan ve weke “şermezarî” bi nav dike û dixwaze ji nava kurdan “palewanek” rabe û wan bi rê ve deynin kîjan aliyî? Ji ber zimanê kurdî desthilatdariyê rexne dike, hûn ê van rexneyên wî çawa binirxînin?
Li gorî te ev xebata ku ji aliyê Wezareta Çandê ve hatiye kirin, xwedî tu qedr û qîmetek nîn e?
Bêguman wezareteke dewletê yek ji berhemên sereke yên edebiyata kurdî werger kiriye û bi vî awayî zimanê kurdî bi wergereke resmî ketiye qonaxeke nû. Ev gaveke girîng e. Lê divê ez bibêjim ku ev werger qop e, şaş e û xelet e. Ji bo ku di xebatên din ên bi kurdî ku ji aliyê wezaret û saziyên dewletê ve bêne çêkirin de xeletî û kêmasiyên wiha çênebin, min li ser vê wergera wezaretê pirtûkeke tenkîtê ya ji 200 rûpelan pêk tê, nivîsand. Ev pirtûk dê heta çend rojan bê weşandin.
Açıkgöz di wergera xwe ya Mem û Zîn de, dema behsa berhemên Ehmedê Xanî dike, dibêje ku “Nûbehara Biçûkan” bi armanca “dayîna dersên dînî bo zarokan” hatiye nivîsandin. Gelo em Xanî nas nakin, yan Açıkgöz ew pir baş nas dike?
Belê, Birêz Açıkgöz di destpêka wergera Mem û Zîn de, ji bo “Nûbehara Biçûkan” wiha dibêje: “Ev pirtûka ku ji dersên olî pêk tê, ji bo zarokan hatiye nivîsandin.” Bi vê ravekirinê Açıkgöz xwe dide dest ku ew Kulliyata Ehmedê Xanî baş nizane û vê ferhengê qet nekolaye. Lewre ev berhem ne berhemeke olî ye. Ev berhem ji nêzî hezar peyvan û 220 beytan pêk tê. Ev berhem ferhengeke manzûm a kurdî-erebî ye. Ji bo ku zarok di medreseyên kurd de bi zimanê dayikê perwerdehî bibînin, Xanî ev pirtûk amade kiriye. Pirtûka wê ya olî “Eqîdeya Îmanê” ye. Helbet Xanî 12 ilmê medreseyan qedandiye, ilmên din xwendiye û otorîteyeke mezin ê olî ye. Lê Açıkgöz ferhengeke ku ji bo perwerdehiya zikmakî hatiye nivîsandin, weke ku ferhengeke olî be dide nîşan. Bi ya min Açıkgöz dixwaze bi vî awayî aliyê milî yê Xanî veşêre.
Açıkgöz di hevpeyvîneke xwe de wiha dibêje: “Dema ku kesek Mem û Zîn bixwîne, ji xeynî çend cudahiyan, dê bibêje qey berhemeke Farisî dixwîne.” Ev tê çi wateyê? Ger peyvên di berhema Xanî de bi piranî Farisî bin, wê çaxê em ê çawa bêjin berhemeke kurdî ye?
Xwezî Birêz wergêr, bi hersê zimanan baş bizanibûya û piştre rêjeya peyvên kurdî, erebî û Farisî yên di Mem û Zînê de îspat bikira. Ez bi hersê zimanan jî dizanim û min li ser van peyvan lêkolînek kir. Li gorî encama ku min derxist, rêjeya peyvên kurdî û zimanên din wiha ne:
Tevahiya peyvan 26560
Hejmara peyvên kurdî 19601
Hejmara peyvên erebî 6015
Hejmara peyvên farisî 918
Hejmara peyvên tirkî 26
yildirimkadriDi Mem û Zîn de çima peyvên bi tirkî jî hatine bikaranîn?
Xanî di Mem û Zîn de, li kêleka zimanê dayikê, ji ber teknîka nazim û lîstina bi peyvan re, ji erebî, farisî û tirkî jî sûd wergirtiye. Em dikarin ji vê beyta Xanî, bigihijin vê encamê:
Kurdî û ‘Erebî û Derî û Tazî
Terkîbi kirin bi hezl û bazî
“Kürtçe, Arapça, Farsça ve Tazîceyi
Nazım ve kelime oyunuyla birleştirdi”
Lê dixwazin vê jî bêjim; Xanî di berhemê de dibêje kru Mem û Zîn bi kurdî ye, bi şêwezarê kurmancî nivîsandiye. Dibêje bi devokên Bohtî, Mehmedî û Silîvî ya kurmancî kompozîsyonek çêkiriye. Vê yekê jî bi vê beytê vedibêje:
Kurmancî ye, sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibên “sipîde mane”
“Kurmancîdir, durudur, kuşku taşımamaktadır
Altın değil ki desinler “beyaz kalmışlardır”
Bohtî û Mehmedî û Silîvî
Hin le’l û hinik ji zêr û zîvî
“Bohtî, Mehmedî ve Silîvî adlı ağızları
Bazısı inci, altın ve gümüştür bazıları”
Ger evqas aşkera gotibe, çima Açıkgöz qet behsa vana liyan nake? Li gorî te wergera Açıkgöz çiqas pêşketî ye?
Dixwazim di vî warî de çend tiştan bibêjim; di vê wergerê de tije xeletî û şaşî hene. Ev werger teqlîdeke xirab a Mehmet Emin Bozarslan e. Birêz Açıkgöz di pêşgotina wergerê de dibêje ku “di beytên ku famkirina wê bi arîşe ye de, ji M. Emin Bozarslan îstifade kiriye.” Halbûkî divê mirov ji “îstifadeyê” zêdetir bêje “bi heman awayî wergirtin.” Açıkgöz hem wergera tirkî ya Bozarslan teqlîd kiriye û hem jî xeletiyên ku Bozarslan berê kiriye û di van demên dawî de sererast kiriye, careke din dubare kiriye. Her wiha ji bo ku ev werger weke teqlîd neyê xuyakirin, hewl daye bi xwe jî werger bike lê di van wergerên xwe de gelek xeletiyên mezin kiriye.
Wezareta Çandê yan jî saziyeke dewletê dema wergereke kurdî bike, divê kîjan pîvanan li ber çav bigire?
Divê bi akademîsyenên kurd ku kurdiya klasîk dizanin, ligel vê jî bi erebî û farisî dizanin re bixebitin. Weke lîteratur, divê kesên ku termînolojiya tasawif, evîn, felsefe, kozmolojî, muzîk, flora, fauna, diyalektîk û mîtolojiyê dizanin tercîh bikin. Divê bi awayeke objektîf nêzî berhemê û nivîskarê/a berhemê bibe. Hem ji bo wergerê û şerh û hem jî ji bo redaksiyonê, divê bi Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Artuklu, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kurdî-Der û bi saziyên din ên ku li ser edebiyat û çanda kurdî dixebitin re hevkarî bikin. Ger ev neyê kirin, dê tu caran dawî li xeletiyan neyê.
PROF. DR. KADRİ YILDIRIM / PORTRE
Di sala 1959’an de li Diyarbekirê hate dinyayê. Dibistana seretayî, navîn li Diyarbekirê qedand. Di salên 1986-1998’an de li bajêr û navçeyên cuda mamostetî kir. Di sala 1996’an de Di Beşa Fakûlteya Îlahiyatê ya Ziman û Wêjeya Ereb a Zanîngeha Heranê de Lîsansa Bilind kir. Di sala 1998’an de, li heman zanîngehê û li heman beşê doktora kir. Di 1999’an de, li heman beşê lê li Zanîngeha Dîcleyê weke Alîkar Doçent dest bi xebatê kir. Di 2004’an de, di heman beşê de bû doçent. Yıldırım di 2010’an de bû profesor û li Zanîngeha Artukluyê weke alîkarê rektor dest bi peywirê kir. Yıldırım ku piştre bû Serokê Enstîtuya Zimanên Dijîn a Artukluyê, di TRT 6’ê de li ser ziman û wêjeya kurdî bernameya “Ziman û Wêje” pêşkêş dike. Yıldırım ku ji xeynî kurdî erebî, farisî û ingilizî jî dizane, zewiciye û bavê 4 zarokan e.
Maşallah Dekak / AKnews