Dosya

Posta serokomariya Îraqê red dike

Rojnamey Heyat ku bi zimanê erebî li Londonê weşna xwe dike di raporeke xwe de li ser xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê behsa posta serkomariyê jî dike û diyar dike ku, Mesûd Barzanî  posta serkomariya Îraq federal red kiriye û ew post qebûl nekiriye.Rojnameya Heyat di jimara xwe ya roja sêşemê de behsa danûstandinên pêkanîna kabîneta nû ya hikûmeta Îraqa federal dike û eşkere dike ku du berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku nexwestine navên wan bên eşkere kirin ji rojnameyê re gotye ku, danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bi mij û dûman in û ne cidî ne.Wan barpirsên PDK ji rojnameyre gotiye ku Serok Mesûd Barzanî posta serokomariya Îraq red kiriye û naxwaze wê postê werbigire: Barzanî li dûv postan nagere lê pirsa herî giring ji bo serok Barzanî garatîkirina mafên destûriyên gelê Kurdistanê ye.Li gor rojnameya navborî di civîna serkirdayetiya PDKê de pêşniyar hatibû kirin serok Barzanî posta serokomariya Îraqê werbigire. Lê serok Barzanî ew post û ew pêşniyar red kiriye.

Back to top button