Posta Kurdistanê amûrekî nû ji bo pêçanê bikartîne
Wezareta Veguhestin û Gihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi navê zêdetir pêşxistin û bi leztir kirina karên postê bi 490 milyon dînaran hejmarek amûrên nû ya teknîkî ji bo nivîsîngehên Posta Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Umêd Mihemed Saleh Birêveberê Posta Herêma Kurdistanê da zanîn ku li Herêma Kurdistanê de hê jî her bi awayeke klasîkî û kevin posta hemwelatiyan tê pêçan, ji bo wê yekê jî li rêya anîna hejmarek amûrên taybet ve dixwazîn bi awayeke standardê cîhanî û serdemiyane postên xwe bipêçin.
Saleh tekez kir ku li ser budçeya 2013 ya Wezareta Veguhestin û Gihandinê bi 490 milyon dînar ji bo dabînkirina beşek ji wê amûr û pêdiviyan ji bo hejmarek ji nivîsîngehên postê dabîn kiriye.
Ev amûr taybete dikare her posteyek ku kêşa wê 30 kg zêdetir nebê bi awayeke otomatîkî bipêçê ku tu kesek nikarê best û girêya wê veke û tenê xwediyê bestê nebê ew jî li rêya dirandinê ve dikarê wê posta xwe veke.