Piştî frokeya serokkomarê Polonya û ketî xwar û têde, serokkomar Lech Kaczynski û jina wî û herweha bi dehan ji desthilatdariya Polonya jiyana xwe ji dest dayîn, rewşa polonya hate guhertin. Rusya li ser vê bûyera trajîk şîn ilan kir. Polonya bi xwe di nav şokek mezin deye. Polonî hemî di şînê de ne. Gelek tişt li ser vê bûyera trajîk têne gotin. Lê dixweye piştî lêkolînên teknîkî bi temamî dawî werê, dê sedemên ketina frokeyê jî bête zanîn. Lê gora xeberên tên gotin şucê pîlota geleke.\nMiletê Polonî ji serê sibehê de daketin kilîseyan da ku kesên jiyana xwe dest dayîn bîrbînin. Bi dehên hezaran polonî li ber Qesra Serokomariyê gihan hev û meydan pêşîya Qesrê bi gula xemilandin. Ji bo rêzgirtina kesên di vê bûyera trajîk de jiyana xwe ji destdayîn polonya bi tevahî digrî.