Polîtîk

Polîsan lingê parlementera BDPê Pervîn Buldan şikandin

Polîsên dewleta Tirkiyê yên ku xwestin mîtînga bi navê “ji bo azadiyê berxwedana demokratîk” asteng bikin, li hemberî gel û parlementer û rêvebirên BDPê şîdeteke bêsînor bikaranîn. Di encama mudaxelekirina polîsan de bi dehan kes birîndar bûn. 

Gel, ji 5 aliyan xwest xwe bigihîne qada mîtîngê, Qada Îstasyonê. Polîsan, bi awakî tund mudaxeleya gel û rêvebirên BDPê kirin. Gellek parlementer û rêvebirên BDPî ji ber bombeya gazê birîndar bûn. Parlementer Ayla Akat Ata û Emine Ayna jî, di nav kesên ku rasta şîdeta polêsan hatin in. Hevseroka BDPê Gultan Kişanak jî, ji aliyê hêzên ewlekariya dewleta Tirkiyê ve ji erdê re hat kaş kirin. Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr jî rasta şîdeta polîsan hat. Baydemîr ji ber gaz xwarinê rakirine nexweşxanê.

Parlementera BDPê Pervîn Buldan, ji lingê xwe derbe xwar û birîndar ket. Pervîn Buldan rakirinê nexweşxanê û xistine bin dermsnkirinê. Hat ragihandin ku, lingê parlementer Pervîn Buldanê hatiye şikandin

Binçavkirin jî li Amedê hebû. Bi dehan hemwelatî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

 

   

Back to top button