Civak
Li Duhokê di şeş mehdan de 39 jinan xwe şewitandiye.

Rêvebirya giştiya şopandina şideta li dijî jinan a wîlayeta Duhokê di daxuyaniyekê de eşkere dike ku, di şeş mehên borî de li wîlayeta Duhokê 39 jinan xweşewitandiye û 4 jin jî hatin kuştin.
Marîya Werde berprisa ragehandina rêvebiriya şopandina şideta li dijî jinan ji rojnameya War re got:
– Bi tenê di şeş mehên borî de 400 haletên cud yên şideta li dijî jinan li wîlayeta Duhokê hatine tomar kirin, ji wan haletan 39 jinan xwe şewitandiye û 4 jin jî hatine kuştin.
Herwesa rêvebiriya şopandina şidetê di daxuyaniya xwe de dibêje ku li ser pirsên cudabûnê 356 gilîname hatine tomar kirin.