Cîhan

Roja serxwebûna Fransayê li Hewlêrê hat pîroz kirin

Duhî roja şemiyê 14.07.2012ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna jimareke wezîr û berprisên hikûmetê, di merasimekê de roja serxwebûna Fransayê hat pîroz kirin.

Di destpêka merasimê de, Fredrik Tîso konsulusê konsulxaneya Fransayê a li herêma Kurdistanê, di peyvekê de behsa roja şoreş û serxwebûna Fransayê kir û got:

Îro em roja serxwebûna Fransayê li vir pîros dikin û her îro wezîfeya min weke kunsulsuê Fransayê yê herêma Kurdistanê bidawî tê. Min bi dilekê xweş 5 sal li herêma Kurdistanê qetandin.

Tîso got jî ku, ew xwe dostekî dêrînî gelê kurd dizane û çend sale ji nêzîk ve alîkariya gelê kurd dike, bi taybetî di sala 1991ê de ku, hînge gelê kurd ji her demê zêdetir pêwsîtî bi alîkariyê hebû:

Îro dema dibînim gelê kurd xwediyê hikûmet, parlamento û serokê hilbijatiyê xwe ye, ez gelek kêfxweş dibim. Ez dizaim herêma Kurdistanê roj bi rojê zêdetir ber bi pêşve diçe, bi tabetî di warê aborî û têkeliyên diplomasî de pêşdikeve.

Her di mersaima pîrozkirina roja serxwebûna Fransayê, serok Barzanî peyvek pêşkeş kir û bi nave xwe û gelê Kurdistanê pîrozbahî li hikûmet û gelê frasnî kir. Serok Barzanî di peyva xwe de, herwesa,  behsa têkeliyên dêrîn yên di navbera gelê kurd û gelê fransî de kir 

Back to top button