Platformek hevbeş û Kurdistanî pêwiste
Ji edetê ye, dema mirov karek yê xwe de sernekevê, bê ku sedemê sernekeftinê bi kûrahî binêrxîne û eger hebê kêmasiyên xwe kifş bike, di cih de mirov sedema ji derê xwe ji ne serkeftinê re dibîne. Taybetî di karû barên siyasî de ev welê ye.Li Tirkiye û Kurdistana Bakur hilbijartinên serokkomariye Tirkiye û parlementoya Tirkiye 24ê Hezîranê de çêdibin. Gelek balkêşe ku behtir partiyên marjinal şirova dikin û behsa rewşekî dikin ku ew yek tenê di mejiyê wan û xeyalên wan de heye. Rastiyê nabînin û bi awayek rasteqênî xwe berçav re derbas nakin.Ji aliyê Kurdan ve rewş biçekî cudaye. Ji derî HDPê partiyên din yên kurd ne xwedî dengekî berbiçavên di nava xelkê de. Lê ev nayê wê wateyê ku nabin xwedî hêz û dengê xelkê kurd nagirin. HDP bi xwe ji rastiya kurdên Bakur dûre û xwe ne wek partiyek kurd dihesibîne, lê kurd deng didin HDPê, belkî ev bi xwe jî kêmasiyek ya aliyên din yên siyasîyên Kurdistanê ne. Li vê derê pirsek tê holê, gelo ji bo çi tu partiyek yan jî aliyek siyasî behsa rastiya HDPê nakin? Her partiyek heta bersiva vê pirsê bi zelalî nedê nikarê pêşiya xwe jî baş bibîne.Bê guman li vê derê mesele ne dijitiya HDPê ye. Eger HDP pirsa Kurd ji xwere bike bingeh û xetek netewî de siyasetê bike û bi rastî çareseriya pirsa kurd li Bakur bi rêya aşitiyê de bibîne û xwedî îradeyek serbixwebe û berjewendiyên Kurdistanê li ser her tiştekîre bigre û wek her aliyek kurd ala Kurdistanê sembola netewî bibîne, emê li dûv HDPê herin pişgiriya HDPê bikin û dengek bilind bêjin HDP partiya Kurdaye û rêxistinek Kurd û Kurdistaniye.Lê ne tenê HDP her aliyek siyasî ji van tiştan dûr be û siyasetek ne li gora berjewendiyên Kurdistanê bike, mirov li dij disekine û hewl dide rastiya Kurdistanê bide xûyakirin û xelkekî ber bi bîr û baweriyên netewî ve bibe.Niha tişta dixweyê ne HDP û ne jî aliyên din yên kurd ji vê hilbijartinê re ne amade ne. Hinek partiyîyên kurd hewl didin ku li ser xeta netewî platformek ya hilbijartina di nava aliyên siyasî de ava bikin. Ev yek serbikeve dibe destkeftiyek û ji bo Kurda û serkeftineke. Ji ber ku li ser prensibên netewî avakirina platformek Kurdistanî ya hilbijartina , dikare bibe zemîne avakirina eniyek netewî û demokratîk ya Kurdistanê.Heta vê gavê welê dixweyê tu aliyek Tirkî HDPê re tifaqa pêknayne. Kêmasî tifaqên ji raya Giştîre ku bêne eşkere kirin li gel HDPê nakin. HDP jî ji kurda behtir xwe nêziktirî aliyên Tirk dike.Li gel aliyên kurda HDP ne stratejik , tektîkî li hinek pêwendiyan dinêre û heta hewldidê ku harmoniya di nava hinek partiyên Kurdistana Bakur de hayî têk bide. Heta vê gavê tişta ku dixweyê eve. Lê eger HDP li gel aliyên din di nava platformek hevbeş Kurdistanî de cih bigre û rêzê li aliyên din bigre, dê ev cihê dilxweşîyê be.Li vê derê ne girînge ku mirov li gel kêjan partiyê bi çi awayî li hev bike. Ya girîng ewe ku li ser hinek prensîbên netewî platformek Kurdistanî bê ava kirin. Armanc ev be dê ji bo pêşerojê hindik bê jî heviyek peyda bibe.28.4.2018Dara Bilek