Operasyona herî mezin li dijê DAÎŞê

Rêxistina DAÎŞê bi rêya hinek dezgehên medya û tura medya civakî li welatên ewropayê gelek ciwana dike havalbendê xwe û rêdike deverên ku lê şer dike.
Bi hezaran ciwan ji Ewropayê tevlî refên DAÎŞê bûne û şer kirine. Li ser vê yekê Dezgehê Polisa li Ewropa(Europol) li himber vê rêxistinê dest operasyonek berfireh kir û li gelek welatan ew dezgehên ku di medyayê de ji bo propaganda DAÎŞê dihatin bi karanîn hatin girtin.


