Nivîsar

Plan a (B) ya avakirina hikumeta Kurdistanê

Sed roj bi ser hilbjartina parlamentoya Kurdistanê ra derbas bûn û her çi qas xebatên pêkanîna hikumetê, civînên navbera aliyên siyasî da, bi taybetî di navbera YNKê, Tevgera Goran û PDKê de berdewamin jî lê heta niha ti ronahî li dawiya tonêla tarî diyar nake.

PDK weke serkeftiya yekem di hilbijartina da ku xwediya 45 kursiyane, dest bi danustandinên pêkanîna hikumetê kir û digel YNK û Tevgera Goran civiya û li ser çend xalan li hev kir. Li gor zanyariyên li ber dest hene PDK û Goran di warê avakirina kabîneya nû ya hikumeta Kurdistanê da nêzîkî hevin.

Astenga mezin li pêşiya pêkanîna hikumetê diyare YNK ye û bi hêcetên cuda dixwaze prosesa avakirina hikumetê gîro bike daku hindek şertên xwe bi ser PDKê da ferz bike.

YNK nikare di nav xwe da li ser pêkanîna şandeya danustandinan li hev bike, ji bo her postekê YNKê bi kêmasî sê berbijêr hene. Her baskek yan her gropek nava YNKê berbijêrê xwe heye. Weke mînak ji bo serokatiya parlamentoyê her yek ji Rêwaz Fayiq, Bêger Talebanî û Qubad Talebanî berbijêrin. Heke cîgirê serokê parlamentoyê ji bo Yekêtiyê be Rêwaz Fayq û Bêger Talebanî berbêjêrin. Ji bo her wezaretekê YNKê sê berbijêr hene, bi vî awayî dê çewa YNK bikarbe lezê li pêkanîna hikumetê bike.

Serok Barzanî hewl da digel mektebên siyasî yên PDKê û YNKÊ bicive da ku asteng û pirsgirêkên hene bêne çareser kirin. Lê YNKê ew civîn paş xist û ne diyare dê kengî ji bo civînê amade bin.

Bi vî awayî plana (A) ya partî sernagire û divê dest bi plana (B) bike:

PDK û Tevgera Goran bicivin û li ser avakirna hikumetê li hev bikin û ew post û wezaretên pişka YNKÊ bikevin vale bihêlin, bila hikumet dest bi karê xwe bike, xizmeta xelkê Kurdistanê bike, kengî YNK di nav xwe da safî bû û berbijêrên xwe destinîşan kirin, hîngê dikare bikeve nav hikumetê û post û wezaretên xwe werbigire.

Ji bo serokatiya parlamentoyê jî, ka kîjan post, serok yan cîgrê serokê parlamentoyê pişka YNKê dikeve bila vala bimîne û parlamento dest bi karê xwe bike û kandîdê serokwezîrtiyê bi pêkanîna hikumetê teklîf bike.

Xelkê kurdistanê deng daye û li benda hikumetekê ye ku xizmeta wan bike û rewşa wan ya aborî baştir bike. Divê êdî bes yarî bi deng û hesta xelkî bê kirin.

Nûçe/Analiz

Back to top button