Serkirdeyekî encumena niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, PKKê Rojavayê Kurdistanê xistiye nav rewşek tarî û tengav.
Serkirdeyê ENKSê, Îmad Birho ji BasNewsê re got, PYD ku baskê PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê, bi rengekî destpotîk kar dike û tevahiya deriyan li hember serkeftina danûstandinên kurd-kurd girtiye.
Îmad Birho her wiha got, PKK û PYD li ser revandina çalakvan û medyakar û sepandina bacê bi ser xelkê de û çekdarkirina zarokan berdewam in û bi vê yekê jî Rojavayê Kurdistanê xistine nav rewşek tarî û tengav.
Wî serkirdeyê ENKSê anî ziman jî, PKK û PYD li ber çavê HSDê û fermandeyê wê Mezlûm Ebdî van binpêkariyan dike û Mezlûm Ebdî jî bêdeng e.
Bi gotina Îmad Birho, rewşa aborî ya xelkê Rojavayê Kurdistanê pir xirab e, sebebkarê wê yekê jî PKK û PYD ne çimkî siyaset û bernameyeka wan ya aborî nîne, tenê dizanin bacê ji xelkê bistînin.