PolîtîkRojev

Di tevgera Kurd de partiyek nû!

Hinek kurd eve demeke di bin navê lêgerînek di siyaseta Kurd de civîna dikin û hewla damezirandina partiyek Kurdî dikin. Herî dawî daxûyaniyek ragihandin û di bin navê Destpêka Nû de xebata xwe ya ji bo avakirina partiyek nû de berdewam dikin. Navên ku derdikevin pêş di siyaseta Kurdan de gelek nayên naskirin. Herweha heta ku ev partî neyê avakirin û bernameya xwe bi temamî ranegihînin, Mirov nikare nirxandinek rasteqînî bike.

Desteya reveberiya Destpêka Nû, ji Ramazan Tuncer, Şehmus Ülek, Mahmut Koyuncu û  Enes Atilla Pay pêk tê.

Hêja navê partiyê nehatiye eşkerekirin, lê di bin navê komiteya amadekar de belgenameyek belav kirin û dane xûyakirin ku pêwistiya partiyek nû heye.

Di belgenameyê de dibêjin ku, Li Tirkiye destura ku heyî siyasetek antidemokratîk li himber Kurda tê rêvebirin û sedemê ku aşitî, demokrasî temamî pêknayê ev e.

Back to top button