Jindar Ax di Facebook a xwe de daxûyaniyek ragihand, li Stockholmê paytextê Swêdê kesek endamê PKKê êrîşê wî kiriye. Di vê derbarê de Jindar Ax Dibêje: Îroj, 9ê Nîsana 2021, di demjimêr 14.05an de, endamê rêxistina terorîst PKKê yê bi navê kod Abbas Botî ku ji Sêrt Eruhê ye, li ser navê PKK li Stockholm Hallunda Centrumê bi meqbûzan xeraç top dikir bi fîzîkî êrîşê min kir û gef li min xwarin. Min bûyer ji Polîsê Stockholmê re ragihand. Ez ji gef û êrişên kesên ku bi xwîna Kurdan Bazirganîyê dikin natirsim.

Di xweyê êrîşkirina Jindar Ax ne tesedufek e û êrîek plankiriye. Tê zanin ku ji berî niha demekî siyasetmedar Îbrahim Guçlû di konferansek çapemeniyê de da xûyakirin ku PKKê biryara kutina wî daye.  Jindar Ax jî bernameyek li gel Guçlu çêkir û ev pirs lig ora xwe anî rojevê.  Jindar jî wek her kurdek nitimanperwer dîtinên xwe gelek vekirî û bi zelalî dibêje. Rexna dike û gelek bûyeran li gora xwe dinirxîne. Mimkine ev helwestên Jindar ne bi dilê hinekan be, lê rêya vê ne şer û tehdîtin. Herkes dizanê ku ev ji bo PKKê derbas nabe û ew êrîş û kuştinê û şer xelkê tehdit dikin û wan bê deng dikin.

Li himber vê kiryara PKKê li dijê Jindar gerek aliyên siyasî bê deng neminin. Gerek kesên niştimanperwer vê bûyera kirêt şermezar bikin. Bila herkesek bizanibe bêdengî di van mijaran de dibe arikariyek ji van kiryarên PKKê re. Pirs ne pirsa Jindar tenêye. Doh Îbrahim Guçlu, îro Jindar sibehî di kesek yan jî aliyek din bibe armanca êrîşên PKKê.

Herkesek dîroka PKKê dizanê van tiştan û êrîşkarî ya wan jî dizane. Gerek her kurdek di kesayeta Jindar Ax de vê êrîşa kirêt şermezar bike û kesek din bin lêhvên xwe re nekene.

Ji aliyek din ve Jindar Ax webmestrê malpera meye jî. Karê xwe bi awayek profesyonel dike û di vî warî de jî kesek serketiye. Em wek karmendên Rojevakurd bi vê êrîşa kirêt şermezar dikin û bang dikin ku hemû kurdên li ser xeta netewî siyasetê dikin bê deng neminin . Herweha Jindar karekî medyatik dike, gerek medya Kurd çavê xwe li vê bûyerê negire û vê kiryara kirêt şermezar bike.

PKK cardin qonexek zehmetre derbas dibe, li başûr êrîşê hemû destkeftiyên Kurda dike, li rojavayê Kurdistanê bi çarenûsa Kurda dileyze û rê li ber yekrêziya Kurdên Rojava digre. Li bakur jî cardin hewldide ku dengên cuda bisekinîne.

Gerek PKK bizanibe Jindar Ax ne tenêye û kesek xwe li ber van êrîşên kirêt ji dev bîr û baweriyên xwe bernade.

Di vê derbarê de bê dengî cesarete dide PKKê û helwestên wan yên  li dijê niştimanperwerên Kurd.

11.4.2021

Nûçe/analîz

Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: