Civak
PKKê du gerîlayên xwe bi rêya teqandinê kuştin
Berê dihate gotin ku wan xwe ji bo azadiya Ocalan teqandinePKKê du gerîlayên xwe di bajarokê Mexmûrê de kuştine û rê jî nade dezgehên ewlehiya Herêma Kurdistanê lêkolînê li ser vê mijar encam bidin.Jêderekî ku nexwastiye navê wî aşkere be taybet ji bo BasNews ragehand ku êvara roja 13.02.2017 PKKê gerîlayeke kurr bi navê Elî Heyder bi pileya fermande li gel gerîlayeke keç bi navê Jîn bi rêya teqandinê kuştne lê belê bûyer li gel salvegera girtina Serokê PKKê, Ebdulah Ocalan bûye ji ber vê yekê jî, li aliyê PKKê ve hatiye gotin ku wan kesane xwe ji bo azadiya Ocalan teqandine.Lı gor agahiyên ku li jêderekî ewlehî ve gehiştiye destê BasNewsê, gerîlayê kurr xelkê Kurdistana rojhilate û gerîlaya keç jî xelkê Kurdistana bakure ku demeke kine gehiştine sînorê Mexmûrê û bi sedema hebûna peywendiyên evîndariyê di dema ku xwastine ber bi Hewlêrê birevin ji aliyê PKKê ve hatine girtin û ji aliyê dadgeha Gel(Dadgeheke taybet bi PKKê ye)biryara kuştinê ji bo wan hatiye dayîn û her du kes bi rêya teqandinê hatine kuştin.Ji aliyê xwe ve qaymeqamê Mexmûrê, Rizgar Mistefa ji bo BasNewsê ragehand ku:”Em li hûrgiliyên vê bûyerê agahdar nînin ji ber ku îdareya kempê rê nade ku asayiş û polîs bi fermî lêkolînê li ser vê mijarê bikin ew bixwe jî, ti agahiyekê belav nakin dibêjin ku di teqînekê de keç û kurrek hatine kuştin û roja piştre jî keseke din hatiye kuştin.”Wî berpirsî herwiha tekez kir ku:”Me ti agahî li ser teqînê û sedema vê teqînê nînin.”Diyar Ezîz/Bas