CivakRojev

PKKê carek din êrîş kir

Hêzeke Polîsê Parastina Saziyên Petrolê yên Herêma Kurdistanê di dema cîbicîkirina erkê xwe de li devera Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê, rastî êrîşa çekdarên PKKê hat.

Vê êvarê 5ê Mijdara 2020an, Hêzeke Polîsê Parastina Saziyên Petrolê yên Herêma Kurdistanê li devera Çemankê rastî êrîşa çekdarên PKKê hat.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di êrîşa çekdarên PKKê de zirar negihiştiye canê ti kesî.

Duh jî çavkaniyekî ji polîsê petrol û gazê yê li parêzgeha Duhokê ragihandibû ku çekdarên PKKê li heman deverê êrîş kirine ser hêzeke polîsê petrol û gazê û di encamê de du polîs birîndar bûbûn.

Çend roj berê jî çekdarên PKKê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya li sînorê Tirkiyê teqandibûn û rayedarên Herêma Kurdistanê eşkere kirin ku ji ber teqandina boriya petrolê, rojane 10 milyon dolar zirar digihe Herêma Kurdistanê.

Back to top button