Polîtîk

PKKê bi wesaîta fermî li Qulpê cîgirê midur revand

Li bajarê Amedê, li navçeya Qulpê, cîgirê gerînendeyê Yekîneya Xizmet Birina Gundan Ubeydullah Sancar, ji aliyê gerêlayên PKKê ve hate revandin. Gerîlayên PKKê bi desteserkirina mala Sancar ew girtine û bi xwe re birine.

Hatiye ragihandin ku, di derengiya şevê de, 3 gerîlayên PKKê çûne mala  cîgirê gerînendeyê Yekîneya Xizmet Birina Gundan Ubeydullah Sancar, dûra bi wesaîta fermî a aîda gerînendetiya Yekîneya Xîzmet Birina Gundan ji gund derketine. Heta gundê Qamişliyê bi wesaîta fermî çûne û dûra jî ew wesaîta şewitandine. 



 

Back to top button