Polîtîk

Biroya SHKê a li Bexdayê hate girtin

Biroya ku li Bexdayê di sala 2006 an de hatibû vekirin a Serokatiya Herêma Kurdistanê ku, di navbera hikumeta navendî a Iraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê de wek peywira korrdînasyonê bi cih dianî, bi talîmata serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî hatiye girtin. 

Desteya Wezîran a Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku, biro girtin li dijî zagona Iraqê ye û bila ev gava ku Hikumeta Iraqê avêtiye, şûnda bigre. 

Di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikumeta Navendî a Iraqê de nakokiyên peymanên neftê, herêmên niqaşkirî, mijara pêşmergeyan û çek standinê dewam dike. Serokê HerêmaKurdistanê Mesut Barzanî, serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî dîktator nîşan daye û ji bo ku Malîkî ji desthilatdariyê were dûrxistin di nav tevgerandeye. Çimkî hikumeta Malîkî, bi çek kirînê û gavên ku dave, Herêma Kurdistanê tehdît dike û nakokiya di navbera her du aliyan de kûr dike. 

Cîgirê Serokê ûtifaka Fraksiyona Kurdistanê yê li Parlemena Iraqê Muhsîn Seydun jî, diyar kiriye ku, ev biryara hikumeta Iraqê li dijî zagona bingehîn e û ne niha, 6 sala berê, bi biryara desteya wezîran a hikumeta Iraqê ev biroya hatiye vekirin. Ev biroya di navbera Hikumeta Iraqê  û Serokatiya Herêma Kurdistanê de wezîva koordînasyoiyê dikir.

Back to top button